Kazimî biryarek dijî fermandarekî payebilindê artêşa Iraqê derxist
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê şeva borî 19.09.2020ê serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî biryara qedexeya derketina derveyî welat bo yek ji fermandarên artêşa Iraqê Ferîq Rukin Cemîl Şemmerî derxist.
Ferîq Rukin Cemîl Şemmerî ji aliyê dadgeha Zîqarê ve tomatbar hatiye dîtin ji ber kuştina xwepêşanderên bajar.
Mistefa Kazimî bi wê ferman û biryarê ve geşta derveyî welat a wî fermandarî qedexe kir, herwaha biryara wezareta berevaniya Iraqê ya 30 roj molet dabû wî fermandarî ku biçe derveyî welat bo wergirtina çareseriya bijîşkî lê Kazimî ew biryar jî betal kir.
Basnews
