Li Rojava 113 kesên din bi Koronayê ketin û 4 kes jî pê mirin
Desteya tenduristiya Rojavayê Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 113 kes li Rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketine.
Desteya tenduristiyê her wiha da zanîn, ji duhî de 4 kes jî bi Koronayê mirine û 15 nexweşên Koronayê jî baş bûne.
Bi vî rengî, hejmara kesên ku heta niha li Rojava bi Koronayê ketine, gihîşt 1120 kesan ku 328 kes ji wan baş bûne û 52 kes jî mirine.
Basnews
