Şîrwan Dûberdanî: Komên çekdar ji bo hikûmetê bûne asteng
Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Îraqê Şîrwan Dûberdanî got ku
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî komên çekdar li ber hatina şirketên biyanî wekî asteng dibîne.
Şîrwan Dûberdanî di bernameya Rûdawa Îro de got:
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî gihîştiye wê baweriyê ku hebûna komên çekdar li ber bipêşketina
aborî astengeke sereke ye.
Zeydî bi eşkereyî ji hinek parlamenteran re gotiye ku şirketên mezin ên biyanî ji ber komên
çekdar nayên Îraqê.
Lewma ew li ser biryara xwe ya ji bo wergirtina çekên wan koman rijd e."
“Çekên wan ji yên…”
Dûberdanî her wiha got, ne karekî hêsan e ku ew kom heta 30ê Îlonê çekên xwe deynin û anî
zimên:
"Çekên komên çekdar ji çekên dewleta Îraqê bihêztir in.
Me bihîstiye ku Fermandarê Feyleqa Qudsê Îsmaîl Qaanî ji komên çekdar xwestiye çekên xwe
daneynin bi hinceta ku Îran niha di şer de ye."
Dûberdanî her wiha eşkere kir ku hinek serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê bi xwe jî li derveyî
dewletê xwedî hêz in.
Li gorî agahiyên wî, heta "piraniya endamên Komîteya Ewlehiyê ya Parlamentoyê jî girêdayî
komên çekdar in."
"Me xwestiye Parlamentoya Îraqê li Hewlêrê bicive”
Şîrwan Dûberdanî di beşeke din a axaftina xwe ya li bernameya Rûdawa Îro de behsa piştgiriya
ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Wî da zanîn ku wan hewl daye Parlamentoya Îraqê ji bo nîşandana piştgiriyê ya li hemberî êrişên
bi dronan civîneke xwe li Hewlêrê bike û got:
"Me xwestiye Parlamentoya Îraqê li Hewlêrê bicive.
Piraniya aliyên siyasî li gel vê gavê ne û parlamenterên YNK û Yekgirtûyê jî îmze kiriye."
Parlamenterê Kurd diyar kir ku eger 110 parlamenter îmze bikin, parlamento dikare li Hewlêrê
bicive.
Ew niha mijûlî komkirina îmzeyan in da ku bi awayekî fermî daxwazê pêşkêşî Desteya Serokatiya
Parlamentoyê bikin.
Hizbulaha Îraqê ya ku bi Komara Îslamî ya Îranê ve girêdayî ye, 18ê Tebaxa 2026an
daxuyaniyek belav kiribû.
Hizbulahê ji bo radestkirina çekan çend merc danîbûn ber dewletê.
Di yekî ji mercan de hatibû gotin ku divê Hêzên Pêşmergeyan jî werin nehiştin.
Şîrwan Dûberdanî li ser vê mijarê got:
"Tî qîmet û hêza yasayî ya wê daxwaza komên çekdar nîne çimkî Pêşmerge hêzeke yasayî û
destûrî ye û beşeke pergala parastinê ya Îraqê ye.
Komên çekdar bi berdewamî behsa Pêşmergeyan dikin.
Lê axaftinên wan ên li ser nehiştina Pêşmergeyan bê qîmet in û ev ti carî rû nade."
30ê Îlonê dema dawî ya mayîna Hêzên Hevpeymanan (Koalîsyon) a li Îraqê be.
Serokwezîrê Îraqê jî ev dem ji bo bidawîanîna koman û komkirina çekan a di destê dewletê de
destnîşan kiriye.
Lê belê heta niha hinekan ji wan komên çekdar radestkirina çekên xwe red kiriye.
Rudaw
