Îsraîl: Bicihkirina leşkerên Tirkiyeyê ji bo me gef e
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de li ser parastina rewşa
ewlehiyê ya heyî peymanek heye lê Sûriyeyê bi rêdana bicihbûna leşkerên Tirkiyeyê ya li
baregeheke asmanî ya li nêzîkî Helebê ev peyman xistiye bin metirsiyê.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de got ku wan gelek caran
hişyarî daye Sûriyeyê ku ev “bicihkirin ji bo ewlehiya Îsraîlê gef e” lê birêvebiriya Şamê guh
nedaye van hişyariyan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Îsraîl gefên li ser ewlehiya xwe qebûl nake” û hat diyarkirin ku ew
dê kêfxweş bibin ku rewşa ewlehiyê bibe wekî rewşa berê ya ku li ser hatibû lihevkirin.
Îsraîlê Balafirgeha Ebû Zuhurê bombebaran kir
Ev daxuyaniya Îsraîlê piştî êrişa asmanî ya artêşa Îsraîlê ya 18ê Tebaxê ya li ser Balafirgeha Ebû
Zuhurê ya li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê hat.
Îsraîlê parast ku armanca êrişê rêlibergirtina bicihkirina hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ya li
baregeha asmanî ye.
Herî kêm 8 êriş li ser balafirgehê hatin kirin û di encamê de xisar gihişt pîst û hinek tesîsan.
Di êrişê de ti kes nemir.
Berteka Amerîkayê
Êrişa Îsraîlê ji bilî Tirkiye û Sûriyeyê ji aliyê Washingtonê ve jî rastî bertekan hat.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack bi rêya hesabê xwe yê Xê êriş bi rengê
“bilindkirina aloziyê” pênase kir û got ku ev yek xizmetê ji aramiya herêmê re nake.
Barrack helwesta birêvebiriya nû ya Sûriyeyê jî parast û diyar kir ku hikûmeta Ehmed Şer
nêzîkbûneke êrişkar nîşan nade û gelek caran kêmkirina aloziyê tercîh kiriye.
Nûnerê Amerîkayê bangî aliyan kir ku li şûna hêza leşkerî berê xwe bidin çareseriyên dîplomatîk.
Şandeyeke Tirkiyeyê çûbû balafirgehê
Li gorî çavkaniyên cihî yên li Sûriyeyê, êrişa Îsraîlê piştî demeke kurt a serdana şandeyeke
leşkerî ya Tirkiyeyê ya ji bo karên sererastkirinê pêk hatiye.
Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku 8 mûşek li pîsta balafirgehê ketine, ti kes nemiriye û tenê zerera madî çêbûye.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê êriş bi awayê “êrişeke neheq” pênase kir û bangî civaka navneteweyî kir ku Îsraîlê şermezar bike.
Li gorî nûçeya Reutersê, Tirkiyeyê jî êriş wekî binpêkirina serweriya Sûriyeyê şermezar kir.
Aloziya Îsraîl û Sûriyeyê zêde dibe
Piştî ku Kanûna Pêşîn a 2024an desthilata Beşar Esed rûxiya, Îsraîlê li Sûriyeyê êrişî gelek xalên leşkerî kir.
Hêzên Îsraîlê her wiha ji derdora Bilindahiyên Golanê (Colan) ber bi kûrahiya axa Sûriyeyê ve bi pêş ketin û li wir man.
Tevî aloziya di navbera her du welatan de, bi navbeynkariya Amerîkayê ji bo gotûbêjkirina mijarên ewlehiyê pêwendî berdewam kirin.
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê Kanûna Paşîn a 2026an ragihandibû ku bi piştgiriya Amerîkayê
diyaloga siyasî ya di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de ducare dest pê kiriye û di hevdîtinan de
ewlehiya sînor û aramiya herêmê hatine nirxandin.
Washington ji bo rêlibergirtina şaşfêhmkirin û pevçûnên leşkerî yên gengaz, li ser avakirina
mekanîzmayeke nû ya koordînasyonê ya di navbera Tirkiye, Îsraîl û Sûriyeyê de dixebite.
Rudaw
