Koçberên Serê Kaniyê: Mafê me ye em vegerin warê xwe
Koçberên Serê Kaniyê daxwaz kirin ku şêniyên Serê Kaniyê yên vegeriyane werin parastin û gotin:
”Mafê me ye em vegerin warê xwe”.
Koçberên Serê Kaniyê dixwazin vegerin warê xwe, lê metirsiyên wan hene ku çawa êrîşî karwana yekem kirin, dîsa êrîşî wan bikin.
Yek ji koçberan Îbrahîm Elo got:
Serêkaniyê ji bo me ne tenê bajarê me ye, ew mal, bîr, nasname û jiyana me ye.
Divê em bi rûmet vegerin warê xwe.
Necma Silo diyar kir ku daxwazên me zelal in, em dixwazin bi ewle vegerin warê xwe.
Ronahi.tv
