• Saturday, 07 February 2026
logo

Hejmara qurbaniyên teqîna Efrînê zêde bû

Gulan Media September 15, 2020 Nûçe
Hejmara qurbaniyên teqîna Efrînê zêde bû
Hejmara qurbaniyên teqîna Efrînê zêde bû û û hejmara kuştiyan gihîşt 9 kesan û piraniya wan sivîl in.

Duhî otombîleke bombekirî li nava bajarê Efrînê teqiya bû û hejmareke welatî hatibûn kuştin û birîndar bûbûn. Di wê derbarê de Wîlayeta Hatayê di daxuyaniyekê de ragihand, di teqînê de 9 kesan canê xwe ji dest dan û 43 kes jî birîndar bûn. Piraniya wan sivîl in.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, lêkolîn û lêpirsîn derbarê teqînê de destpê kirine.

Li herêmên Kurdî yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin wek Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê her car teqîn tên kirin û xelkê sivîl dibin qurbanî.

K24
Top