• Saturday, 07 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê li Girê Spî êrişî serbazên Sûriyê kir

Gulan Media September 15, 2020 Nûçe
Artêşa Tirkiyê li Girê Spî êrişî serbazên Sûriyê kir
Artêşa Tirkiyê xalên serbaziyên Sûriyê li rojavayê Girê Spî mûşekbaran kirin û 7 serbazên Sûriyê birîndar bûn.

Peyamnêrê K24 li Qamişlo ragihand, Artêşa Tirkiyê duhî piştî nîvro gundên Kubirlik, Bîrkit û Xirbet Saronc yên rojavayê bajarê Girê Spî yê rojavayê Kurdistanê mûşekbaran kirin û di encam de 7 serbazên Artêşa Sûriyê birîndar bûn.

Hevdem, Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belav kir, ji bilî wan 7 birîndaran, hin serbazên Sûriyê jî hatne kuştin.

Piştî rêkeftina Soçî a di navbera Tirkiye û Rûsiyayê de, êzên rêjîma Sûriyê li gelek navçeyên sînorî yên bi Tirkiyê re belav bûn.



K24
Top