• Saturday, 07 February 2026
logo

Di çalakiya HRE’yê ya li dijî baregehên artêşa Tirk de 7 leşker hatin kuştin

Gulan Media September 14, 2020 Nûçe
Di çalakiya HRE’yê ya li dijî baregehên artêşa Tirk de 7 leşker hatin kuştin
çend leşkerên din jî birîndar bûne.
HRE’yê dîmenên çalakiya xwe ya li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker a 12’ê Îlonê ya li Cindirêsê weşandin. HRE’yê destnîşan kir ku di çalakiyê de 7 leşker hatine kuştin, 10 leşker û 2 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Roja 12’ê Îlonê, di seatên berêvarê de, li gundê Xizewiyê yê navçeya Cindirêsê hêzên me li hemberî 2 baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bibandor li dar xistin. Di wan çalakiyan de di nuqteyên ku hatin hedefkirin de şewat derket û teqîn çêbûn.

Di encama çalakiyan de; 7 leşker hatin kuştin, 10 leşker û 2 çete jî brîndar bûn. Her wiha 8 konteynir hatin îmhakirin. 2 BMP û tankek jî hatin derbkirin.

PIŞTÎ ÇALAKIYÊ TEVGERA HÊZÊN DAGIRKER

Piştî çalakiyê ji Efrîn û Cindirêsê 2 helîkopter û gelek ambulans hatin cihên çalakiyan û kuştî û birîndar rakirin. Her wiha artêşa dagirker gundên navçeya Şêrawa topbaran kirin û li ser herêmê tevgera balafirên keşfê çêbû. Di topbaranê de li gundê Birc Qasê 2 sivîl birîndar bûn. Her wiha li gelek gundan ziyana madî çêbû.

Ew çalakî ji bo tolhildana pêkanînên derveyî mirovahî yên dewleta Tirk a dagirker ku li ser gelê me yê Efrînê dimeşîne, hatine lidarxistin.”

Ji anhayê hatiye wergirtin.

K24
Top