• Saturday, 07 February 2026
logo

Bi biryara Serokê Hikûmetê 112 proje li qezaya Amêdiyê hatin ragihandin

Gulan Media September 14, 2020 Nûçe
Bi biryara Serokê Hikûmetê 112 proje li qezaya Amêdiyê hatin ragihandin
Li ser biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 112 proje bi nirxê 26 milyar Dînar li sînorê devera Amêdiyê hatin ragihandin.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter di konferansekî rojnamevanî de ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê razemendî li ser wan hemû projeyan da. Biryar e ew proje li 6 nahiyên Amêdiyê bêne encamdan.

Derbarê wan projeyan de, rêvebirên wan nahiyan ji peyamêrê K24ê re bi vî awayê li jêr axivîn:

Rêvebirê Nahiya Şêladizê Warşîn Selman ragihand, bi 9 milyar Dînar hejmarek proje li nahiya Şêladizê encam didin.

Rêvebirê Nahiya Sersingê Neşwan Husnî got: Bi 4 milyar Dînar hejmarek proje li nahiya me encam didin.

Rêvebirê Nahiya Kanî Masî Serbest Akreyî got: Bi 2 milyar û 137 hezar Dînar hejmarek proje li nahiya Akrê encam didin.

Rêvebirê Nahiya Bamernê Hemîs Zubêr got: Bi 2 milyar û 38 milyon Dînar hejmarek proje encam didin.

Rêvebirê Nahiya Dêrelokê Samî Osame got: Bi 4 milyar û 150 milyon Dînar 21 projeyan encam didin.

Rêvebirê Nabiha Çemankê Elind Koke got: Bi nêzîkî 3 milyar Dînaran, 8 projeyên cuda encam didin.

Ew projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li qezaya Amêdiyê di warên cuda de tên encamdan, bi taybet di ware rê, pire, av û elilktirîkê de.

K24
Top