Heyeta Amedsporê çû serdana Erdogan
Heyeta Amedsporê ku ji Serokê Klûbê Nahit Eren, Seroka Duyem Şengul Saruhanoglu, teknîk dîrektor Besnim Hasi û lîstivan Mehmet Yeşil û Cem Ustundag pêk dihat li Kulliyeta Serokomarî çû serdana Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partî Recep Tayyip Erdogan.
Amedsporê bi ser hesabê xwe re diyar kir ku "Li ser vexwendina Serokomar birêz Recep Tayyip Erdogan heyeta me li kulliyeyê hevdîtinek pêk aniye."
Klûbê got ku heyete wan di hevdîtinê de li ser hestên dostanî, biratî û piştgiriyê yên sporê sekinîne û daxwaz kirine ku ev yek li trîbunan jî xwe nîşan bide.
Heyeta Amedsporê formaya Amedsporê ya kest, li ser xêzên sor û zer ku li piştê Recep Tayyip Erdogan nivîsandibûn diyarî Erdogan kir.
Diyarname
