• Friday, 14 August 2026
logo

Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji malbata Mela Cergîs Hewlêrî re dixwaze

Gulan Media August 14, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji malbata Mela Cergîs Hewlêrî re dixwaze

Ji ber koça dawiyê ya zana û kesatiyê naskirî yê Hewlêrê Seydayê Mela Cergîs Hewlêrî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê arasteyî malbat, kesûkar û zanayên dînî yên Kurdistanê kir û hevxemiya xwe ji wan re diyar kir.

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Înê, 14ê Tebaxa 2026ê, ji ber koça dawiyê ya Seydayê Mela Cergîs Hewlêrî, peyameke sersaxiyê arasteyî kesûkar û malbata wî kir.

Di peyama sersaxiyê ya Serokwezîr de hatiye: "Ji bo koçka dawiyê ya zanayê dînî û kesatiyê naskirî yê Hewlêrê, Seydayê Mela Cergîs Îbrahîm Hewlêrî, ez sersaxiyê ji kesûkar, malbata wî ya birêz, zanayên dînî yên Kurdistanê û dost û nasên wî dikim û hevparê xema wan im."

Mesrûr Barzanî her di wê peyama xwe daxwaz ji Xudayê Mezin dike ku "canê Xudêjêrazî bi bihiştê şa bike û sebir û hedarê bide malbata wî."

 

 

Top