Êva Îbrahîm: Divê di bin çavdêriya navneteweyî de koçber vegerin
Endama Komeleya Dar Êva Îbrahîm diyar kir ku pirsgirêka koçberên Serêkaniyê ne tenê ya herêmî ye, pirsgirêkek mafên mirovan e.
Êva Îbrahîm ji bo pêvajoya vegera wan daxwaza çavdêriya saziyên navneteweyî kir.
https://jinhaagency.com/ku/rojane/komeleya-dar-dive-di-bin-cavderiya-navneteweyi-de-kocberen-serekaniye-vegeren-malen-xwe-62211
Endama Komeleya Dar ji bo qurbaniyên koçberiya bi zorê Êva Îbrahîm derbarê bûyerên li Serê Kaniyê axivî.
Êva Îbrahîm anî ziman ku ew ji ber bûyerên ku di dema vegera koçberan de qewimîn xemgînin û got:
”Komeleya Dar bi karwanê yekem ê vegerê re amade bû, nêzî 400 malbat di nav de bûn û heya cihekî bi wan re çûn.
Piraniya malbatên Kurd rastî binpêkirinan hatin. Em vê yekê wekî sûcek li dijî mirovahiyê dibînin.”
Êva Îbrahîm behsa astengiyên li hember vegera koçberan jî kir û wiha domand:
Astengî pir in û bi hev ve girêdayî ne. Astengiya yekem nebûna ewlehiyê ye.
Ya duyemîn mijara milk e ku fikareke sereke ye ji bo kesên koçber.
Wekî din, mekanîzmayên zelal û bi bandor ji bo vegerandina mafan an tezmînkirina zirarên ku di salên koçberiyê de çêbûne, tune ne.
Her wiha tirs heye. Bi van hemû astengiyan em dibînin ku vegera koçberan hîna jî xeter e.
Êva Îbrahîm daxwaza vekirina lêpirsîneke cidî ji bo binpêkirinên ku li dijî koçberan hatine kirin kir.
Her wiha daxwaza vegera milk, mal û erd ji xwediyên wan ên rastîn re jî kir.
Endama Komeleya Dar ji bo qurbaniyên koçberiya bi zorê Êva Îbrahîm axaftina xwe wiha bi dawî kir:
Em temînatên rastîn, zelal, ewlehî û zagonî yên giştî dixwazin.
Em ji rayedarên têkildar sozek fermî dixwazin ku hemû koçberên vegerandî biparêzin û ewlehiya wan misoger bikin.
Em ji bo parastina milk û pêşîgirtina li her destdirêjiya li ser xelkê temînatan dixwazin.
Em daxwaza çavdêriya navneteweyî û mafên mirovan a pêvajoya vegerê dikin.
Ji ber ku pirsgirêka kesên koçber ne tenê pirsgirêkeke herêmî ye, pirsgirêkeke mafên mirovan e.
Û hewceyê baldariyê û çavdêriya saziyên navneteweyî yên têkildar e.
Ronahi.tv
