Zeydî: Em rê nadin asmanê welatê me ji bo êrişkirina ser welatên cîran were bikaranîn
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ragihand, ew rê nadin ti kesî ku asmanê welatê wan bibezîne. Zeydî herwiha peyamek da welatên cîran û got: "Em rê nadin xak an jî asmanê Iraqê li dijî cîranan were bikaranîn."
Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Zeydî, berbangê îro danê sibê serdana Navenda Operasyonan a Fermandariya Bergîriya Asmanî kir, daku ji nêzîk ve sîstemên parastinê û amadebaşiya hêzan bişopîne.
Di vê serdanê de, plana stratejîk a salên 2026 heta 2031ê ya ji bo pêşxistina şiyanên bergîriya asmanî hat gotûbêjkirin. Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Serokwezîr, hikûmet dê giringiyê bide nûkirina sîstemên radarê, çavdêrî, çek û sîstemên ferman û kontrolê daku sîstemeke bergîriya nîştimanî ya temamger were avakirin.
Serokwezîr Zeydî di civîna bi efserên payebilind re got: "Bergîriya asmanî mertala asmanê Iraqê û xeta yekem a parastina serweriya welat e. Avakirina hêzeke çekdar a bihêz, bingeha sereke ye daku welat bikaribe biryarên xwe yên siyasî û serbazî bi serbixweyî bide."
Elî Zeydî tekez kir ku ew ê bi ti awayî rê nedin asmanê Iraqê were binpêkirin. Her wiha peyameke zelal arasteyî welatên navçeyê kir û got: "Em rê nadin xak an jî asmanê Iraqê bibe cihê destpêkirina êrişan bo ser welatên cîran."
Di dawiya serdana xwe de, Fermandarê Giştî ferman da ku hemû pêdiviyên teknolojîk û şerî yên Fermandariya Bergîriya Asmanî werin dabînkirin. Armanc ew e ku piştî vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, artêşa Iraqê di asta herî bilind a amadebaşiyê de be daku bikaribe bi serê xwe serweriya asmanê welat biparêze.
K24
