• Wednesday, 12 August 2026
logo

Kolombiya serweriya Îsraîlê li Girên Colanê nas kir

Gulan Media August 12, 2026 Nûçe
Kolombiya serweriya Îsraîlê li Girên Colanê nas kir

Hikûmeta nû ya Kolombiyayê serweriya Îsraîlê ya li ser Girên Colanê nas kir.
Ev biryar, wekî gaveke sereke ji bo xurtkirina têkiliyên Bogotayê bi Îsraîl û DYA’yê re tê dîtin.
Wezareta Karûbarên Derve ya Kolombiyayê ragihand ku hikûmeta nû serweriya Îsraîlê li ser Girên Colanê nas dike.Îsraîl di sala 1967’an de beşekî mezin ê Colanê, ku xaka Sûriyê ye, dagir kir û di sala 1981’an de dagirkeriya xwe yekalî ragihand.

Lê civaka navneteweyî vê serweriyê nas nake.DYA di sala 2019’an de bû yekem welatê ku serweriya Îsraîlê li ser Colanê nas kir.

Bi vê biryarê, Kolombiya bû welatê duyemîn yê vê biryarê distîne.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar biryar pêşwazî kir û Serokdewletê nû yê Kolombiyayê wekî “dostê baş” bi nav kir.

Piştî van daxuyaniyan Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê bertek nîşanî helwesta Kolombiyayê da.

Wezaretê ev yek şermezar kir û destnîşan kir ku Colan xaka Sûriyeyê ye û dagirkirî ye.

NY hêj Colanê wekî xaka Sûriyê ya di bin dagirkeriya Îsraîlê de dibîne.

Serokdewletê nû yê Kolombiyayê soza xurtkirina têkiliyên bi Îsraîl û DYA’yê re daye.

Hikûmeta wî her wiha dixwaze têkiliyên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re ji nû ve ava bike.

 

Ronahi.tv

Top