Hêzên Ewlekariyê ji bo êrişa li ser şêniyên Serêkaniyê lêpirsîn vekir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê têkildarî şantaj û êrişên li dijî şêniyên Serêkaniyê, dest bi lêpirsînê kir.
Duh (10 Tebax) karwanê yekemîn ê koçberên Serêkaniyê vegeriya warê xwe û di dema vegerê de êriş lê hatibû kirin.
Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê ya taybet, Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsînê, komkirina agahiyên der barê êrişê de û tesbîtkirina agahiyên girêdayî berpirsyarên êrişê kiriye.
ANHA
