• Wednesday, 12 August 2026
logo

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû behsa qanûna çarçoveyê kir

Gulan Media August 12, 2026 Nûçe
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû behsa qanûna çarçoveyê kir

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû behsa qanûna çarçoveyê kir.
Mûstafa Karasû got, kêmasiyeke ku rewşa Rêber Apo di ‘Qanûna Çarçoveyê’ de nehatiye destnîşankirin.
Karasû diyar kir ku eger Rêber Apo ne di navenda vî karî de be, nikaribe pêvajoyê bi rê ve bibe, nepêkan e ku xalên di qanûnê de hatine gotin bi cih bêne anîn. 
‘Qanûna Çarçoveyê’ ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate amadekirin, ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve hat erêkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû derbarê mijarê û rê û rêbazên rêveçûna pêvajoyê ji niha û pê ve beşdarî bernameya taybet a Medya Haber TV bû.

Destpêkê Mûstafa Karasû sersaxî ji malbata xwe re li ser wefata dayîka xwe xwest û got:

Dayika min jî weke karker xebitî. Yanî bi kurt û cewherî bûn parçeyê vên têkoşînê.

Mûstafa Karasû: Qanûn behsa pirsgirêka Kurd nake û ev kêmahiyeke girîng e

Karasû diyar kir ku di rastiyê de qanûneke ku pir dereng ket, qanûneke wiha bi hêsanî dikarî derbikeve û wiha bi lêv kir:

Di qanûnê de behsa çareseriya pirsgirêka Kurd nekirin, kêmahiyeke girîng e.

Lê êdî destpêkek e. Em ê vê destpêkê çawa bimeşînin, pêvajoya ji vir û şûnde girîng e.

Teqez, em dixwazin vê pêvajoyê bibin serketinê. Îradeya me di vî alî de ye.

Ji bo ev destpêk li ser bingehê demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd bi encam bibe, em ê tişta dikeve ser milê xwe pêk bînin.

Mûstafa Karasû: Kêmasî ya ku rewşa Rêber Apo di qanûnê de nehatiye destnîşankirin

Di dewama axavtina xwe de Mûstafa Karasû da zanîn ku kêmasî ye ku rewşa rêber APo di qanûnê de nehatiye destnîşankirin û got:

Em bi taybetî vê yekê diyar bikin, eger Rêber Apo li navenda vî karî nebe, yanî eger ji bo rêvebirina vê pêvajoyê bi rola xwe nerabe, pêkanîna tiştên di wê qanûnê de hatine diyarkirin ne pêkan e.

Divê statuya Rêber Apo diyar bibe û bixebite. Divê encameke wê ya hiqûqî hebe.

Ev pêvajo dê çawa pêş bikeve, ji bo gel dê çawa pêş bikeve, ji aliyê me ve dê çawa pêş bikeve, ev hemû dê bi ketina Rêber Apo ya di nav pêvajoyê de diyar bibin.

Qanûneke ku Rêber Apo nexe dewrê, eşkere dibêjim, kêm dimîne.

Mûstafa Karasû: Rêya ketina nava siyaseta demokratîk azadiya raman û rêxistinbûn e

Karasû destnîşan kir ku rêya ketina nava siyaseta demokratîk, demokratîkbûn e; azadiya raman û rêxistinbûnê ye û dibêje:

Niha ger ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşketinek çêbibe, wê demê divê nêzîkatiya demokratîk bê nîşandan.

Pêdiviya civaka Tirkiyeyê jî bi vê yekê heye. Gelê Tirk demokratîkbûnê dixwaze.

Mûstafa Karasû: 15’ê Tebaxê ji bo têkoşîna azadiyê û gelê kurd pir bi nirx e

Mûstafa Karasû di şexsê fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) hemû şehîdên 15’ê Tebaxê bi rêzdarî û minetdarîbi bi bîr anî û got:

Ger em îro qala çareseriya siyasî dikin, ger em qala hewldana çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikin ev eşkereye ku bi têkoşîna me ya 50 salî hatiye afirandin.

15’ê Tebaxê bi rastî jî ji bo têkoşîna azadiyê û dîroka gelê Kurd pir bi nirx û watedar e.

Em hewl didin ku bi têkoşîna siyasî ya demokratîk armancên wan pêk bînin.

Li ser vê bingehê dikarin soz bidin ku em ê teqez armancên wan pêk bînin.

 

Ronahi.tv

Top