• Wednesday, 12 August 2026
logo

Di êrişa li Qamişloyê 2 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn

Gulan Media August 12, 2026 Nûçe
Di êrişa li Qamişloyê 2 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn

Vê êvarê çekdarên nenas êrişî şervanên Tûgaya Qamişloyê ya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kirin.
Di derbarê êrîşê de rêveberê Navenda Ragihandina Leşkerî ya Herêma Rojhilat,
Helezwar Mîtanî diyar kir ku di êrişa li dijî Tûgaya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên destpêkê, êrişî li devera di navbera benda kontrolê ya başûrê Qamişloyê û gundên herêma Til Birakê de pêk hat.

Rêveberê Navenda Ragihandina Leşkerî ya Herêma Rojhilat Helezwar Mîtanî têkildarî êrişa li dijî şervanên Tûgaya Qamişlo ya Wezareta Parastinê a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de agahî parve kirin.

Helezwar Mîtanî ragihand ku, kesên ji derveyî qanûnan, êrişî xala şervanên tûgayê ya li gundê Tewîl Herb ê Qamişloyê kir û şervanên tûgayê jî bersiv dan.

Mîtanî da zanîn ku di êrişê de 2 şervanên tûgayê şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Her wiha diyar kir kû operasyonên lêgerîna êrişkaran berdewam dikin û wê li dijî wan rêkarên pêwîst hebin.

 

Ronahi.tv

Top