Berhem Salih ji bo Bexda û Hewlêrê: Dema çareserkirina pirsgirêkan e
Civîna Berhem Salih li gel Serokomarê Iraqê Mistefa Kazimî li Mêrgepana li qezaya Dukan a ser bi Silêmaniyê ve bi beşdariya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK), Yekgirtû û Tevgera Goranê birêve çû.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Iraqê, Berhem Salih ji Kazimî re got, “Di te de hemû amajeyên baş dibînim ku bikarî pirsgirêkan yekalî bikî bi corek ji Besreyê ta Bexda, Necef, Enbar, Mûsil û heta digihije Kurdistanê bi Hewlêr û Silêmaniyê ve.”
Di civînê de Berhem Salih behsa wê kiriye, çawa çiyayên Kurdistanê “her tim penagehek bûne ji bo azadîxwazên Iraqê” û hevdem Mistefa Kazimî jî ji Berhem Salih re ragihandiye, “Ez di qebareya dîrokî ya vê navçeyê têdigihjim ku penagehek e aram bû bo min û hejmareke hevrêyê min. Em ti caran vê tiştê derbarê Kurdistanê de ji bîr nakin.”
Serokwezîrê Iraqê behsa wê jî kir, “Em niha di rewşeke aloz de derbas dibin û divê em nirxandinê bo wê ezmûnê bikin. Hevdem divê em îtîraf bi wê bikin ku me şikest xwariye piştî 2003 bo damezrandina hukmekî reşîd li Iraqê” û bi gotina wî divê niha li derfetekê bigerin ji bo guhertina wê şikestê bo çîroka serkeftinê.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî spasiya Berhem Salih jî kir ji bo hewlên, “kêmkirina astengên li ber hikûmeta navendî di mijara mûçe û hinek şayisteyên Herêma Kurdistanê de” û got, “Te roleke girîng hebû ji bo hevbeşên me li Herêma Kurdistan û Bexdayê.”
Serokwezîrê Iraqê ku duh bi serdaneke fermî gihîştibû Hewlêrê, piştî civînên li gel Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî civiya û piştî civînê serdana Silêmanî û Helebcê kir û li gel serkirdeyên hizbên siyasî kombûn encam dan.
Rudaw
