• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê 36 kes bi Coronayê ketin

Gulan Media September 12, 2020 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê 36 kes bi Coronayê ketin
Li Rojavayê Kurdistanê di nava rojekê de 36 kes bi Coronayê ketin û kesekî jî bi wê vîrusê canê xwe ji dest da.

Desteya Tendirustî ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa Coronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin li deverên jêr desthilata Rêveberiya Xweser 36 kes bi Coronayê ketin ku li 12 li Dêrikê, 7 li Hesekê, 8 li Qamişlo, 1 li Girkê Legê, 2 li Amûdê, 2 li Reqayê, 1 li kobaniyê, 1 li Dêrezorê û 2 li Şehbayê bûne.

Herwiha di nava rojekê de 33 kes jî baş bûne û kesek jî bi wê vîrusê miriye ku li Girkê Legê bûye.

Li deverên jêr desthilata Rêveberiya Xweser heta niha 819 Kes bi Coronayê ketine û ji wê hejmarê jî 271 kes baş bûne û 43 kes jî mirine.

Rudaw
Top