Tirkiyê bersiva Komkara Erebî da: Em hemû biryaran red dikin!
Wezareta Derve ya Tirkiyê di wê daxuyaniyê de got ku ew tohmetên ji aliyê Komkara Erebî ve arasteyî wan hatine kirin bê bingeh in û got, “Em hemû biryarên derbarê welatê me de di wê civînê de hatine wergirtin red dikin.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Em girîngiyeke mezin bi yekgirtina axa welatên Erebî, yekîtiya siyasî û seqamgiriya navçeyê didin û ji bo vê yekê hewl didin. Tirkiye dê li ser hewlên xwe yên pêkanîna aramî û seqamgiriyê li navçeyê berdewam be.”
Tirkiye di wê daxuyaniyê de bang li Komkara Erebî dike û dibêje, “Li şûna ku di bin sîwana hinek endaman de tevbigere ku dijminkariya wan li hember welatê me aşkere ye, divê roleke erênî ji bo pêkanîna asayiş û seqamgiriyê li xwe bigire.”
Komkara Erebî duh, 09.09.2020, di asta wezîrên derve de civînek encam dabû û daxwaz kiribû Tirkiye dawî li destwerdana nav karûbarên navxwe yên welatîn Erebî bîne û leşkerên xwe bêyî şert û merc ji Sûriye, Iraq û Lîbyayê vekişîne.
Komkara Erebî, desterdanên Tirkiyê li Iraq, Lîbya û Sûriyê şermezar kiribû û hebûna Tirkiyê ya li wan welatên Erebî wek “der yasayî” îlan kiribû.
Herwiha di daxuyaniya wan welatên Erebî de hatibû gotin, “Divê rejîma Tirk dest ji avakirina bendavan li ser çemên Dîcle û Firatê berde û demildest dawî li binpêkirina mafê avê yê gelên Iraq û Sûriyê bîne.”
Wezîrê Derve yê Misirê Semîh Şukru jî di wê civînê de tekez kiribû ku welatê wî dê li hemberî çalakiyên Tirkiyê yên li Lîbya, Iraq û Sûriyê bêdeng nemîne.
Semîh Şukru herwiha piştevaniya Misirê ji her pêngaveke hikûmeta Iraqê re li hember operasyonên Tirkiyê li nav axa wî welatî, dûpat kiribû.
Rudaw
