Serok Barzanî pêşwazî li Kazimî kir
Qasekî berya niha, Serok Barzanî li baregeha Barzanî li Pîrmam pêşwazî li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.
Civîna wan heta niha jî didome. Kazimî dê piştî wê civînê bi serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin bike.
Kazimî îro danê sibê hat Hewlêrê û ji aliyê serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
