Mezlûm Ebdî: Serdan Nêçîrvan Barzanî dê bandoreke erênî li aramiya Sûriyeyê bike
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî der barê serdana Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Sûriyeyê de diyar kir ku dê ev serdan bandoreke erênî li aramiya Sûriyeyê û çareserkirina doza Kurdan a li herêmê bike.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî der barê serdana Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand.
Mezlûm Ebdî, ev serdan dîrokî bi nav kir, û kêfxweşiya xwe anî ziman.
Mezlûm Ebdî: Berezanî roleke girîng di piştgiriya doza Kurd li Sûriye de lîstiye
Bi gotina Mezlûm Ebdî Nêçîrvan Berezanî her dem roleke girîng di piştgiriya doza Kurd li Sûriye û Kurdistanê bi giştî de lîstiye.
He wekî anî ziman ku, dê ev serdan bandoreke erênî li aramiya Sûriyeyê û çareserkirina doza Kurdan a li herêmê bike.
Ronahi.tv
