• Saturday, 07 February 2026
logo

Tirkiye gundeke ser bi Kanî Masî bordiman û topbaran kir

Gulan Media September 9, 2020 Nûçe
Tirkiye gundeke ser bi Kanî Masî bordiman û topbaran kir
ti zirarên canî yên bordiman û topbaranê nebûne
Îro danê sibê topxaneyên Tirkiyeyê dîsa dest bi topbaran kirina gunedên deverê kir.

Li gor zaniyariyên berdest îro danê sibê di destpêkê de topxaneyên Tirkiyeyê û pişt re jî balefirên Tirkiyeyê gundê Bazê ya ser bi devera Kanî Masî bi tundî topbaran û bordiman kirine.

Her çend ti zirareke canî ya topbaran û bordimanê nebûye lê zirarên geleke mezin yên madî ber bax, rez û daristanên deverê ketine.

Herwiha şêniyên deverê jî dilgiran bûne û bi awayeke neçarî bo demekê ji deverê derketine.

Weke tê zanîn beriya du hefteyan jî li deverê welatiyeke medenî jiber bordimanên Tirkiyeyê canê xwe ji dest dabû.

Ew bordiman di demekê deye ku piştî serdana Serokê herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê, Tirkiye ragihandibû ku operasiyonên xwe yên li deverê rawestandiye.

Top