• Sunday, 02 August 2026
logo

Li Qamişloyê şevbuhêrkek hat lidarxistin

Li Qamişloyê şevbuhêrkek hat lidarxistin

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê şevbuhêrekek wêjeyî li dar xist.
Di şevbuhêrkê de derdên welatiyên Sûriyeyê û hêviyên wan bi rêbazekî wêjeyî hatin vegotin.
HRRK’ê di çarçoveya çalakiyên bi boneya sedsaliya avabûna bajarê Qamişloyê de şevbuhêrk li darxist.

Şevbuhêrka wêjeyî bi sernavê “Ji lênûsa welat..rojnivîsên welatiyekî Sûriyeyî” bû.

Şevbuhêrk li avahiya HRRK’ê ya bajarê Qamişloyê bi beşdariya hejmarek nivîskar, rewşenbîran dest pê kir.

Piştre Dr. Hisên Ezam êş û derdên welatiyên Sûriyeyê ku ji hurguliyên jiyana rojane belge kirine vegot.

Ezam di nivîsên ku xwendine jî îşaret bi rewşa bajarên Sûriyeyê, hestên welatiyan ên bendewariyê kir.

 

Ronahi.tv

Top