Festîvala Tetwanê dest pê kir, va ye roj bi roj bername
58'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê bi diruşma "Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene" li dar dikeve.
Festîvalê duh êvarê bi axaftina û konserê dest Pê kir. Di merasima destpêkirina festîvalê de Hevşaredara Tetwanê Belkiça Beştaş Epozdemîr got bila festîval bibe wesîleya aştiyê.
Hevşaredarê Wanê Abtdullah Zeydan ê ku kayûm şandine ciwê jî got, "Birêz Ocalan bang kir û banga 'bidawîkirina şer, pevçûn û mirinê kir'. Ji bo vekiriya rêya seyaseta demokratik bang kir. Me kurdan jî piştgirî day û em piştgiriya xwe didomînne. Gelên Tirkiye û Kurdistanê di nav feqîriyê de ne. ev pêvajo bi ser bikeve dê kes bê kar nemine û ferihî çêbe. Em bang li dewletê dikin ku cidî nêzî meseleyê bibe û li gor gavên kurdan avêtine gavan biavêje."
Piştî axaftina Neslihan Edîş, Serhado û Şahê Bedo bi rêzê derketin ser dikê û coş dan bi deh hezaran kesên beşdar.
Bi temamî bernameya festîvalê bi vî rengî ye:
Di mîhrîcanê de ji bo mijarên wêje, ziman û civakê panelên taybet hatine amadekirin:
* 3'yê mehê: Panel, ‘Tundiya Çandî ya Nexuya’ û ‘Rêbazên Nû û Avakirina Çandî’
* 5'ê mehê, saet 14:30, li Konservatuara Şaredariya Tetwanê, panel, ‘Li ser Tiryak-Madde yên Hişbirê’
* 6-9'ê mehê, saet di navbera 16:00 û 17:00'an de panelên li ser ‘Wêje û Ziman’, ‘Şêwaz, Vegotin û Çanda Kurdî’, ‘Dîrok, Ziman û Wêjeya Kurdî’ û ‘Têkiliya Xwîner-Nivîskar û Têgeha Desthilatdariyê’ .
31'ê Tîrmehê, Konser, Şahê Bedo, Neslîhan Edîş û Serhedo
1'ê Gelawêjê, Korser: Rûken Yilmaz, Mehmet Atli, Koma Agirê Jiyan
2'yê Gelawêjê, Korser: Peyal, Delîl Dîlanar
4'ê Gelawêjê, li Parka Baxçeyê Mîlet Dîwana Dengbêjan, beşdar Xalîde, Evîn Sindî, Mehemedê Serhedî
4'ê Gelawêjê, Korser: Koma Rengîn, Cevdet Bagca, Koma Agirê Zerdeşt
5'ê Gelawêjê, Korser: Eylul Nazlier, Murat Demîr, Siya Şevê
6'ê Gelawêjê, Korser: Servet Kocakaya, Ayfer Duzdaş, Bajar
7'ê Gelawêjê, Korser: Koma Govendê ya Jinan a Arjînê, Mizgîn Turan, Tara Mamedova
8'ê Gelawêjê, Korser: Serdar Canan, Kamkars
9'ê Gelawêjê, Korser: Koma Amed, Îlkay Akkaya
