• Thursday, 30 July 2026
logo

Li Parêzgeha Reqa entegrasyona Hêzên Asayîşê dewam dike

Li Parêzgeha Reqa entegrasyona Hêzên Asayîşê dewam dike

Xebatên entegrasyonê yên Hêzên Asayîşî berdewam dikin.
Dê nêzî 300 endamên Asayîşê yên kurd ku ji parêzgeha Reqa yê ne wê entegrey Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên parêzgehê bibin.
Ev yek dê di nava 2 rojan de pêk bê.

Koma destpêkê nêzî 100 kesane.

Li ser vê bingehê dê li Girê Sipî jî, civînekî pêk bê.

Çavkaniyên me: Nêzî 300 endamên asayîşê wê entegreyî parêzgeha reqa dibin

Girêdayî vê yekê, dê riya di navbera Kobanê û Girê Sipî de bê vekirin.

Her wekî wê Hêzên Entegre bûne wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser rêbendan bi cih bibin.

Ev hajmara endamên Asayîşê yên ku entegre bibin dê beşek ji wan wek fermandaran jî erk bigrin.

Her wiha dê ev kes di nev beşên cûrbecûr de yên Hêzên Ewlekariyê li Parêzgeha Reqa de cih bigrin.

 

Ronahi.tv

Top