Li Hindistanê lehî, hejmara miriyan derket 78an
Li gorî rayedaran, di lehiyên li eyaleta Assamê ya li bakurrojhilatê Hindistanê de hejmara miriyan derketiye 78an.
Saziya Birêvebirina Karesatan a Eyaletê ragihand ku ew rewşa lehiyê ya li seranserê Assamê dişopînin.
Saziyê bi rêya Xê daxuyaniyek da û got, "Xebatên alîkarî û rizgarkirinê yên ji bo piştgiriya civakên mexdûr berdewam dikin."
Serokwezîrê Eyaleta Assamê Himanta Biswa Sarma diyar kir ku zêdetirî 1,1 milyon kesan ji ber lehiyê mexdûr bûne û 8 kes jî winda ne.
Sarma da zanîn ku niha hezar û 718 navendên alîkariyê vekirî ne û xizmetê dikin.
Saziya Keşnasiyê ya Hindistanê pêşbînî dike ku dê 3-4 rojên pêşiya me li hinek deverên Assamê baraneke gelekî gur bibare.
Saziya Birêvebirina Karesatan a Eyaletê jî hişyarî da welatiyan û got:
"Em ji welatiyan dixwazin ku hişyar bin û di dema barana zêde de ji geştên ne pêwîst dûr bikevin."
Rudaw
