• Thursday, 30 July 2026
logo

Pasdarên Îranê: Heta gefên Amerîkayê hebin, Tengava Hurmizê nayê vekirin

Pasdarên Îranê: Heta gefên Amerîkayê hebin, Tengava Hurmizê nayê vekirin

Supaya Pasdarên Îranê bi daxuyaniyekê hişyarî da welatên ku alîkariya "êrişkaran" dikin û ragihand, heta ku Amerîka destwerdanê li navçeyê dike, Tengava Hurmizê dê neyê vekirin.

Supaya Pasdarên Îranê îro 30ê Tîrmeha 2026an di daxuyaniyekê de hişyarî da welatên navçeyê û got: "Ew welatên ku alîkariya êrişkaran dikin, eger helwesta xwe sererast nekin, dê bi bersiveke pir tund re rûbirû bimînin."

Spaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de behsa bûyereke şeva borî kir û aşkere kir, du keştiyên petrolê bi piştevaniya dronên Amerîkayê, xwastine di rêyeke neewle ya li başûrê Tengava Hurmizê re derbas bibin. lê belê piştî ku di yek ji keştiyan de agirekî mezin derketiye, her du keştî neçar mane ku bi lez paşve vekişin.

Supaya Pasdaran tekez kir, Tengava Hurmizê xaka wan e û hêzên wan ên deryayî bi temamî li ser wê herêmê serdest in. Herwiha destnîşan kir, ew ê rê nedin ti hêzên biyanî ku ji dûriya bi hezaran kîlometreyan hatine navçeyê, destwerdanê dikin. 

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin, heta "zêdegavî û gefên berpirsên Amerîkayê" û destwerdanên wan ên di çûnûhatina deryayî de berdewam bikin, Tengava Hurmizê naye vekirin. Pasdaran hişyarî da ku her gefek an destwerdanek, dê rewşa navçeyê aloztir û dijwartir bike.

 

K24

Top