Sûriye bi awayekî defakto bûye sê perçe
Ji sala 2012ê ve û di heyama 6 mehên derbasbûyî de, li ser çeperên şer li Sûriyê ti guhertin çênebûye, herwiha piştî 5 salan ji destwerdana leşkerî ya Rûsyayê ku di Îlona 2015 de dest pê kir, cografyaya Sûriyê li ser 3 navçeyên serdetiyê hatiye parvekirin ku beşek ji axa Sûriyê di kontrola hêzên hikûmeta navendî de, beşek di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de û beşek din jî di jêr desthilata Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de ye.
Cografyaya Sûriyê ji 185 hezar km2 pêk tê, ji sala 2012 heta 2015 û di encma şerê navxwe de nexşeya serdestiyê bi vî awayî bû; % 10 ji rûberê Sûriyê di destê hêzên hikûmetê de bû, % 15 ji rûberê Sûriyê di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû û herwiha % 45 ji rûberê Sûriyê di destê grûpên çekdar ên Opozisyonê de bû, û beşek jî di destê DAIŞê de bû.
Di nîvê sala 2015ê de şerê navxwe li Sûriyê gûr bû, şerê hêzên hikûmetê bi piştîvaniya Rûsyayê dijî grûpên çekdar, û şerê Hêzên Sûriyeya Demokrat HSDê bi piştîvaniya Amerîkayê dijî DAIŞê guhertineke diramtîkî di çeperên şer û tirazûya meydanê de çêkir, vî şerê gurr li ser hemû çeperan heta nîvê sala 2018ê berdewam kir, piştî grûpên Çekdar ên opozisyonê piraniya navçeyên xwe ji dest dan û DAIŞê jî piraniya erdê xelafeta xwe ya defakto ji dest da, nexşeya Sûriyê ji 2018 heta 2020 bi vî awayî ye:
Di encama şer de niha ji %63.38 hêzên hikûmeta Sûriyê ji rûberê welat kontrol dikin, ji %25.64 axa Sûriyê di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD de ye û Tirkiye û komên çekdar ên opozisyonê jî ji %10.98ê rûberê welat kontrol dikin.
Ji aliyekî din ve, hevtêgihiştinên navdewletî ya di navbera Amerîka-Rûsya, Rûsya-Tirkiyê û Amerîka-Tirkiyê de, piştre agirbesta Putin-Erdogan li Idlibê bûn sedema guhertina nexşeya serdestiya hêzan li Sûriyê di navbera 2018ê û 2020ê de, herwiha hatina Coronayê, kirîza aborî û cezayên Yasaya Qeyser ji aliyê Washingtonê ve bo ser Sûriyê kir, ku hemû hêzên şerker li cihên xwe bimînin, û Sûriyê li ser 3ê navçeyan dabeş bibe.
Rudaw
