• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê 21 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Gulan Media September 6, 2020 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê 21 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 21 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 574 kes bi Koronayê ketin û 21 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê diyar kir, piraniya kesên bi vîrûsa Koronayê ketine li parêzgeha Duhokê ne ku 336 kes li wê parêzgehê wek hilgirên Koronayê hatine tomarkirin.

Zanîngeha Amerîkî Kurdistan ku Duhokê îro hevkariyên bijîşkî ji bo rûbirûbûna vîrûsa Koronayê pêşkêşî Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê kir.

Dr. Saman Berzincî di konferansê de aşkere kir, beşek ji wê hevkariya bijîşkî li ser dam û dezgehên tendirustiyê yên Herêma Kurdistanê û beşek jî li ser penaberên di kampan de tên belavkirin.

Rudaw
Top