• Thursday, 23 July 2026
logo

Li Argan a Meletiyê erhejek bi hêza 4.1 rû da

Li Argan a Meletiyê erhejek bi hêza 4.1 rû da

Li navçeya Arganê ya Meletiyê erdhejek bi hêza 4.1 rû da. Li gorî agahiyên destpêkê, di erdhejê de ti ziyanên canî û madî çênebûne.

Serokatiya Birêvebirina Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, îro 23ê Tîrmehê di saet 10:26an de li navçeya Arganê ya Meletiyê erdhejek qewimî. 

AFADê diyar kir, hêza erdhejê 4.1 pile ye û kûrahiya wê jî 11 kîlometre binê erdê de hatiye tespîtkirin.

Saziyên pêwendîdar piştî erdhejê dest bi lêkolînan kirin û hat ragihandin ku heta niha ti rewşeke neyînî, ziyanên canî yan jî yên madî nehatine qeydkirin.

Roja 18ê Tîrmehê jî li navçeya Battalgazî ya Meletiyê erdhejek bi pileya 5.0 rû dabû. Di wê erdhejê de tirs û xofeke mezin ketibû dilê welatiyan û avahiyekê ziyan dîtibû.

 

Rudaw

Top