• Saturday, 07 February 2026
logo

Germiyan – Êrişeka DAIŞê ji aliyê welatiyan ve hat şikandin

Gulan Media September 5, 2020 Nûçe
Germiyan – Êrişeka DAIŞê ji aliyê welatiyan ve hat şikandin
Li devera Germiyan, êrişeka DAIŞê ji aliyê xelkê wê deverê hat şikandin.

Berpirsê asayişa nahiya Kuleco ya bajarê Kifrî, Şemal Ebdulrehman ji BasNewsê re got, derengiya şeva borî terorîstên DAIŞê êrişî gundê Qela kirin ku dikeve navbera Kulece û Gulale.

Şemal Ebdulrehman her wiha got, gava terorîstan êriş kirin xelkê gund bi çekên xwe bersiva wan dan û êrişa wan şikandin.

Bi gotina wî efserê asayişê, di wî şerî de tenê welatiyek birîndar bû. Ew jî niha li Silêmaniyê tê dermankirin.

Basnews
Top