Konsulê Brîtanyayê ji Nêçîrvan Barzanî xatir xwest
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber bidawîhatina erkê wî ya li Hewlêrê, Konsulê Giştî yê Brîtanyayê Andrew Beasley qebûl kir.
Konsulê Brîtanyayê di hevdîtinê de tekeziyê li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo bihêzkirina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber bidawîhatina peywira wî ya dîplomatîk, Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Hewlêrê Andrew Beasley qebûl kir.
"Brîtanya dixwaze pêwendiyên xwe xurttir bike"
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Andrew Beasley daxuyaniyek belav kir
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, "Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê kir ku di dema peywira xwe de ji bo bipêşxistina pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de hewl û xebat daye. Her wiha di peywira wî ya nû de serkeftin jê re xwest."
Konsulê Giştî yê Brîtanyayê jî spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku ji bo serkeftina erkê wî alîkar û piştgir bûne.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku konsul tekeziyê li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo berdewamiya bihêzkirina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê dike.
Rudaw
