• Tuesday, 21 July 2026
logo

Qonaxa sêyê ya kornîşê Zaxoyê dê bête dirustkirin

Qonaxa sêyê ya kornîşê Zaxoyê dê bête dirustkirin

 

 

Yûnis Mihemed, serokê şaredariya Zaxoyê ji bo rojnameya "Evro" diyar kir ku
qonaxa sêyê ya kornîşê Zaxoyê dê bête dirustkirin û dibêje: Li 20ê Îlona ev sal
bi helkefta salvegera îdarebûna serbixwe ya Zaxoyê dê bête vekirin, bi vê çendê
ji pira Delal heta pira Xanî dê bibe kornîşê geştiyarî.

Serokê şaredariya Zaxoyê, amaje bi wê çendê jî kir ku nêzîkî 30 xaniyên
welatiyên deverê dikevine di sinorê qonaxa sêyê ya kornîşê Zaxoyê de, xudanên
hemû wan xaniyan dê bêne qerebokirin û got: «Qonaxa yekê ya kornîşê Zaxoyê bi
dirêjahiya hezar û 500 metran li herdu layaên Xabûrî bi gujmê 11 milyar û 500
milyon dînarî hatiye dirustkirin, bi rêjeya 70% keskatî ye, bendavek jî bi
dirêjahiya 73 metran û bilindahiya sê metran hatiye dirustkirin, qonaxa duyê bi
dirêjahiya sê kîlometran û bi gujmê şeş milyar dînarî hatiye dirustkirin û bi
rêjeya 50% keskatî ye».

 

Evropres

Top