• Tuesday, 21 July 2026
logo

Meclîsa koçberên Efrîn: Armanca tekoşîna me bi vegera Efrînê pêkhat

Meclîsa koçberên Efrîn: Armanca tekoşîna me bi vegera Efrînê pêkhat

Miclîsa Koçberên Efrînê piştî 8 salan ji xebata bê hempa, bi daxuyaniyekê dawî li xebat û rêxistina xwe anî.
Meclîsê got: Armanca ku her kes ji bo wê têdikoşiya, bi vegera xelkê Efrînê ya warê Zeytûn û berxwedanê, bi serkeftî pêk hat
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Meclîs bi erkên xwe yên salên kocberiyê rabûye.

Her wekî di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, meclîsê di salên herî zor yên koçberiyê de xizmeta xelkê Efrînê kirê ye û got:

“Xelkê Efrînê salên herî zor veguhrandin serkeftinê bi vegera li ser mal û axa xwe”

Meclîsa koçberên Efrîn: Em dawê li xebat û rêxistinbûna xwe tînin

Meclîsê sipasiya tevahiya herêman û xelkên wan kir li ser hembêzkirina koçberên Efrînê de salên zehmetiyê de.

Her wiha bal kişan ser berxwedanî û zehmetiyên ku Koçberên Efrînê kişandine û hêviyên xwe yên ku Efrîn bimîne warê hezkirin û aştiyê anî ziman.

Li gor daxuyaniya Meclîsê dê malbatên Efrînî yên li herêmên cizîrê bimînin, êdî girêdayî komînên wê herêmê tevbigerin.

Meclîsê diyar kir ku ev biryara wan, piştî guhertinên ku di va pêvajoya dawîn de hatin jiyan kirin û vegera li Efrînê, pêk hat.

Herî dawê meclîsê girêdan û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re bi durûşmên ji bo şehîdan anî ziman.

 

Ronahi.tv

Top