26 partiyan hewldanên guhertina navê Kobanê şermezar kirin
26 partiyên siyasî yên kurdî yên li Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevbeş nerazîbûn nîşanî berdewama polîtîkayên li dijî nasnameya neteweyî û çandî ya gelê Kurd û hewldana guhertina navê Kobanê da.
Di destpêka daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şoreşa Sûriyeyê bi beşdariya tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê, di serî de gelê Kurd dest pê kir ku ji bo parastina erdê xwe û bidestxistina mafên xwe yên rewa şehîd dane.
Hate gotin, gelê Kurd bi hêvî bû ku piştî ewqas berdelên giran û rûxandina pergala destpotîk di vê rêyê de welatekî azad, demokratîk û pirrengî were avakirin ku têra hemû gelên wê bêyî cudabûn, bike.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin " Piştî van hemû fedakariyan û hilweşîna rejîma Baasê ya zordest, hêviya me ev bû ku welat bikeve qonaxeke nû. Di vê qonaxê de mafên hatine standin ji xwediyên wan re bên vegerandin û zilmê dîrokî yê li ser gelê Kurd were rakirin. Yek ji daxwazên sereke jî ew bû ku navên dîrokî û rastîn ên herêmên Kurdî ji nû ve werin bikaranîn. Ev nav her dem nasname, çand û dîroka gelê herêmê nîşan didin, berî ku bi siyasetên erebkirinê û guhertina demografiyê werin guhertin. Bi taybetî jî bajarê Kobanê; bajarek ku rêxistina herî terorîst a li cîhanê têk bir û bû sembola berxwedana gelê Kurd li cîhanê.
Lê îro em bi fikarên mezin û mixabniyê dibînin ku heman siyasetên dûrxistin û tunekirina nasnameya neteweyî, yên ku rejîma Baasê bi dehsalan pêk anîn, careke din tên dubarekirin. Ev car jî bi nav û rengê neteweperestiya erebî û olperestiya tund tê kirin.
Ev kirin ne tenê li dijî nirxên ola Îslamê ya henîfî û hemû olên asmanî ne ku hemû gel, ziman û rengan wekhev dibînin, lê di heman demê de li dijî armanc û nirxên şoreşa Sûriyeyê jî ne ku ji bo azadî û mafan hate kirin.
Li ser vê yekê em partî û hêzên siyasî yên Kurdî dibêjin:
-Em nêzîkatî û refratên dûrxistinê bi tundî şermezar dikin û wekî zulmeke nû dibînin ku li lîsteya zulma dîrokî ya li ser gelê me hatiye ferzkirin zêde dibe.
- Heya çareseriyeke adilane, demokratîk û giştî ji pirsgirêka Kurd re ku pirsgirêkeke neteweyî neyê dîtin, aramiyeke mayînde li Sûriyeyê çênabe.
-Em bang dikin; divê nasnameya neteweyî û çandî ya gelê Kurd di destûra Sûriyeye siberojê were mîsogerkirin ku şirîkatiyeke rasteqîn û wekheviyeke giştî di hemwelatîbûna azad de garantî bike.
- Careke din em radighînin ku ji bo bidawîkirina hemû cûreyên cudekariyê û ji bo avakirina dewleta maf û qanûnê em amade ne bi hemû hêzên demokrat ên Sûriyeyê yên bi pirrengiyê ve bawer dikin, xebatek hevbeş pêk bînin.
Partî û hêzên siyasî yên Kurdî yên daxuyanî dane ev in:
-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
-Partiya Kesek a Demokrat
-Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê
-Partiya Komumîst a Kurdistanê
- Partiya Demokratîk a Kurdistan-Suriye
-Partiya Demokrat a Kurdî-Suriye
-Partiya Çep a Kurd li Sûriye
-Partiya Çep a Demokrat Kurdî li Suriye
-Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
-Partiya Nûjen a Kurdistanê
-Yekitiya Kedkarên Kurdistanê
-Partiya Rêkeftina Demokratîk a Suriyê
-Tevgera Çaksaz a Suriyeyê
-Partiya Biratî ya Kurdistanî
- Partiyaa Roj a Demoratî Kurd li Suriyê
-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
-Kongra Star
-Partiya Têkoşîna Demokratîk
-Şepêla Pêşeroj a Kurdistanî
-Partiya Demokrat a Kurdistanî-Rojava
-Partiya Kombûna Niştimanî Kurdistan li Suriyê
-Partiya Demokratîk a Kurdî li Suriye (El Partî)
-Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Suriyê
-Partiya Muhafezkarên Kurdistanê
-Şepêla Çaksaz a Suriyê.
ANHA
