CENTCOM: Me li Îranê 140 baregehên leşkerî bombebaran kirin
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan vê hefteyê cara sêyem êrişî baregehên leşkerî yên Îranê kiriye û di êrişa dawî de li 140 armancên cuda daye.
Li gorî daxuyaniyeke fermî ya CENTCOMê ku 12ê Tîrmehê hatiye belavkirin, ev êriş wekî bersivekê bûn ji bo êrişa li keştiyeke din a bazirganiyê ya ji aliyê hêzên Îranê ve li Tengava Hurmizê.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir:
"Hêzên Amerîkayê bi mûşekên zîrek û bi rêya balafirên şer, dron û keştiyên cengî li nêzîkî 140 armancên leşkerî yên Îranê dan."
CENTCOMê lîsteya wan cihan belav kir ku di van êrişan de hatine "wêrankirin."
Di nav wan cihan de baregehên mûşek û dronan, şiyanên deryayî yên Îranê, depoyên cebilxane û çekan, torên pêwendiyê û baregehên çavdêriyê yên li beravan hene.
CENTCOMê destnîşan kir ku di 3 şevên borî yên vê hefteyê de, hêzên Amerîkayê bi fermana rasterast a Serokê Amerîkayê Donald Trump li zêdetirî 300 armancên li nav axa Îranê daye.
Armanca sereke ya Washingtonê ya ji van êrişan ew e ku şiyanên Îranê têk bibe ku nikaribe li Tengava Hurmizê êrişî deryavanên sivîl û keştiyên bazirganiyê bike.
Tevî aloziyan jî CENTCOM tekez dike ku çûn û hatina keştiyan a di Tengava Hurmizê re didome.
CENTCOMê eşkere kir ku ji destpêka meha Gulanê ve, hêzên Amerîkayê alîkariya derbasbûna zêdetirî 800 keştiyên bazirganiyê û 400 milyon bermîl petrola xav kiriye ku bi silametî di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Rudaw
