Koçberên li kampa Serêkaniyê: Ji êşa 7 salan re êdî bes e
Koçberên kampa Serêkaniyê di rewşeke jiyanî û debarê ya dijwar re derbas dibin. Pileya germahiyê bilind e û xizmetguzariyên sereke wekî av û kehrebeyê kêm in. Her wiha alîkariya mirovî jî ku ji wan re dihat pêşkêşkirin kêm bûye.
Koçber diyar dikin ku salên koçberiyê yên dirêj barê wan giran dikin û wan bi jiyaneke bêyî debar re rû bi rû dihêle.
Koçberê bi navê Ibêd Cuma El Hisên yê ji Serêkaniyê da zanîn ku ew di konan de di rewşeke zor de ne û got: “Em di rewşeke dijwar de ne, pileya germahiyê bilind e, av û kehrebe, piştgiriya rêxistinên mirovî nayê dîtin. Ev êşa me girantir dike.”
Ibêd El Hisên got: “Halê me ne tu hal e. Em her roj li bendê ne ku rewşa me baş bibe, lê mixabin roj bi roj girantir dibe. Av qut dibe û kehrebe tune ye, zarok û kesên bi temenê xwe mezin ji ber germahiya zêde zehmetiyên mezin dikişînin."
El Hisên diyar kir ku daxwaza wan a sereke vegera li warê wan e û wiha pê de çû: “Tişta em dixwazin ku alîkariya me bê kirin û em vegerin malên xwe, jinûvra malên xwe sererast û ava bikin, piraniya malên me bi temamî xerabûyî ne û em bi hacetî tezmînatê ne.”
Ibêd El Hisên got: “Ji êş û zehmetiyên 7 salan em dikişîn re bes e. Dem dema vegera ewle ya mal û erdê xwe û vegera jiyana xwe ya xwezayî ye.”
Koçberê bi navê Mehmûd Hiso yê ji gundewarên Serêkaniyê jî bal kişand ser rewşa jiyanî ya zehmet û wiha got: “Rewşa me gelekî zehmet e, di demekê de ku pileya germahiyê bilinde e, kehrebe qut dibe, jiyana di konan de nayê debar kirin.”
Mehmûd Hiso got: “Em di hundirê konan de mirin. Sûcê me çi ye em jiyana xwe di konan de biqedînin. Zarokên me di vê zehmetiyê de dijîn û ji hêmanên herî besît ên jiyanê bêpar in.”
Hiso wiha bi van gotinan hêviya xwe ya vegerê li gundê xwe anî ziman: “Em ji welatê xwe xerîb in, em ji jyana di konan de westiyan. Tişta em dixwazin vegera li mal û gundê me ye.”
Koçberê bi navê Salih El Ebas ê ji gundewarên Serêkaniyê jî behsa rewşa jiyanî ya di hundirê konan de kir û got: “Xizmetguzariya bi awayeke giştî tune ye. Ên dixwazin zehmetiyên em dikişînin bibînin, bila were û 5 deqeyan tenê di van konan de bimînin. Wê demê wê jankêşiya ku em rojane dikşînin nas bike û ev kon temenê me kêm dike.”
Salih El Ebas ev tişt anî ziman: “Tişta em dixwazin vegera bi ewle ye, ji bo ku em karibin dest bi jiyana xwe bikin û em ji nû ve malên xwe ava bikin, alîkarî bê ji bo me bê pêşkêşkirin.”
Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniyê zêdetirî 80 hezar koçberên bajarê Serêkaniyê û gundewarê wê li benda vegera li herêm û malên xwe ne.
ANHA
