• Sunday, 12 July 2026
logo

Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê di sala 2026an de... Di navbera 28ê Şubatê û 20ê Nîsanê de, Herêma Kurdistanê rûbirûyî 809 êrîşên leşkerî bûye, ku ji 701 êrîşên dironan û 108 êrîşên mûşekan pêk hatine.

Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê di sala 2026an de... Di navbera 28ê Şubatê û 20ê Nîsanê de, Herêma Kurdistanê rûbirûyî 809 êrîşên leşkerî bûye, ku ji 701 êrîşên dironan û 108 êrîşên mûşekan pêk hatine.

Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê di sala 2026an de... Di navbera 28ê Şubatê û 20ê
Nîsanê de, Herêma Kurdistanê rûbirûyî 809 êrîşên leşkerî bûye, ku ji 701 êrîşên
dironan û 108 êrîşên mûşekan pêk hatine.

 

Li gorî raporeke fermî ya Fermangeha Medya û Zanyariyê, Herêma Kurdistanê di
navbera 28ê Şubatê û 20ê Nîsana îsal de, rûbirûyî pêleke berdewam a êrîşên
dironî û mûşekî bûye. Ev êrîşên ku bi hincêtên cûrbecûr û bêbingeh hatine
encamdan, zirarên mezin ên giyanî û maddî gihandine welatiyên sivîl û jêrxana
sektora taybet, ev jî di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê di van pevçûnan de
bêalîbûna xwe parastiye.

Ji aliyê statîstîkî ve, di vê demê de bi giştî 809 êrîş li ser navçeyên cuda yên
Herêmê hatine tomar kirin, ku dabeş dibin ser 701 êrîşên dironan û 108 êrîşên
mûşekan. Parêzgeha Hewlêrê ji hemûyan zêdetir rûbirûyî êrîşan bûye ku 477 êrîş
bûn (419 diron û 58 mûşek). Li pey wê jî parêzgehên Silêmanî û Helebceyê bi 235
êrîşan tên (194 diron û 29 mûşek), di heman demê de li ser Îdareya Serbixwe ya
Soranê 68 êrîş û li ser Parêzgeha Duhokê jî 29 êrîş hatine kirin.

Ev êrîş encamên giran ên mirovî bi xwe re anîne; li gorî daneyan 20 welatiyên
sivîl şehîd bûne û 123 welatî jî birîndar bûne. Li Parêzgeha Hewlêrê 10 şehîd
û 83 birîndar, li Îdareya Soranê 7 şehîd û 34 birîndar, li parêzgehên Silêmanî û
Helebceyê jî 3 şehîd û 6 birîndar hatine tomar kirin.

Ji bilî zirarên mirovî, êrîşan bandoreke neyînî ya giran li ser jiyana rojane û
debara welatiyan cihêtiye. Li Hewlêrê, zirar gihiştiye mal, otomobîl û cihên kar
ên 726 welatiyan. Li Îdareya Soranê jî 35 welatî rastî zirarên mîna wan hatine.
Li Silêmanî û Helebceyê 24 êrîşan rasterast cihên sivîl kirine armanc, di heman
demê de li Duhokê zêdetirî 13 caran êrîş li ser kompaniyên sektora taybet û
milkên welatiyan hatine kirin.

Top