Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê... Veguherîneke saziyî di proseya hikûmranîya baş de
Di 10ê Tîrmeha 2019an de, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi
serokatiya Mesrûr Barzanî di Parlamentoya Kurdistanê de bawerî pê hat
daxuyandin.
Bernameya karê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingehekî stratejîk û çend
stûnên sereke hatibû darêştin ku ev bûn:
1. Hikûmet di bin çavdêriya rasterast a Parlamentoya Kurdistanê de hewl dide ku
yasa û biryarên parlamentoyê bi dilsozî cîbicî bike û ji bo lêpirsîn û
bersivdana hemû pirsên Parlamentoya Kurdistanê amade ye.
2. Biryarên hikûmetê di nav civînên Encumena Wezîran de bi lihevkirin û piranî
tên pesendkirin û hemû wezaret pêbendî cîbicîkirina biryarên Encumena
Wezîran dibin.
3. Gendelî di karûbarên kabîneya nehem a Herêma Kurdistanê de bi temamî tê
rawestandin û dosyayên berê yên gendeliyê radestî Desteya Paqijiyê û
desthilata dadwerî li Kurdistanê tên kirin.
4. Ewlewiyet (pêşîngî) tê dayîn bo çareserkirina pirsên hilawîstî yên di
navbera Hewlêr û Bexdayê de û hemû mîkanîzman digire ber da ku tu pirsgirêk
di têkiliyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de
nemînin.
5. Hewl tên dan ku hemû jêrxanên hikûmranî ji nû ve bên avakirin û ew jêrxanên
ku heta niha kar li ser nehatine kirin, wek hikûmeta dîjîtal, gavên cidî bo
bên avêtin.
6. Erka kabîneya nehem dê ew be ku dest bi projeyên parastina ewlehiya "xurek,
av, xwebexşîn di sektora çandinî û pîşesaziyê de û hwd" bike û derfetên kar
ên guncaw di nav wan projeyan de ji bo hêza kar a navxweyî peyda bike.
Ev xalên ku hatine diyarkirin, tenê çend aliyên giştî yên karnameya sereke ya
kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn. Ger jîngeha proseya siyasî li
ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê aram bûya, bêguman dihat karîn gelek karên
mezintir bi serkeftî bên kirin, lê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê di
dema kabîneya nehem de dijwar û aloz bû, ku mirov dikare bi vî rengî li ser
raweste:
Destpêka kabîneya nehem û tenê 80 rojên aramiyê
- Piştî destbikarkirina kabîneya nehem di 10ê Tîrmeha 2019an de, yekem karê vê
kabîneyê serdana şandeke bilind a hikûmetê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û
wezîrên peywendîdar bû. Di vê serdanê de ligel hikûmeta Adil Ebdulmehdî
gihîştin çendîn jihevtêgihiştinên hevbeş û danîna mîkanîzma guncaw bo
çareserkirina beşê zêde yê pirsgirêkên hilawîstî, lê mixabin bi destpêkirina
xwepêşandanên Bexda û parêzgehên din ên Iraqê di 1ê Cotmeha 2019an de,
proseya siyasî li Iraqê ket nav alozî û pawanparêziyekê ku paşê Adil
Ebdulmehdî neçar ma dest ji kar bikşîne. Ev bû sedem ku ne tenê pirsgirêkên
Hewlêr û Bexdayê çareser nebin, lê têkilî aloztir jî bûn.
- Di destpêka sala 2020an de ji ber belavbûna pandemiya Koronayê li cîhanê,
Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar ma di Sibata heman salê de qedexeya
hatûçûnê û kerentînayê ragihîne. Bi vê yekê dahata navxweyî ya Kurdistanê
nêzîkî sifrê bû. Herwiha ji ber daxistina cîhanî, nirxa neftê gelek daket û
di vê rewşa giran a aborî de, ne tenê pişka Herêmê di bûdceya Iraqê de hat
birîn, lê belê Herêma Kurdistanê ji wan qerzên ku bo mûçeyên karmendan
hatibûn veqetandin jî bêpar hiştin.
- Piştî hilbijartinên pêşwext ên Cotmeha 2021an, ji ber nakokiyên navbera
Çarçoveya Hevahengiyê (Şîe) û Tevgera Sedr, Herêma Kurdistanê bû armanca
sereke ya aliyên siyasî yên Şîe. Dadgeha Federal a Iraqê wek amrazek hat
bikaranîn bo kêmkirina desthilatên destûrî yên Herêmê. Di Sibata 2022an de
bi biryarekê, Yasaya Neft û Gazê ya Herêmê bi "nadestûrî" hat qelemdan.
Hevdem, milîsên ser bi "Bereya Berxwedana Îslamî" bi dron û mûşekan êrîşî
xelkê sivîl û saziyên krîtîk ên Herêmê kirin.
- Di Gulana 2023an de, hikûmeta Iraqê piştgirî da biryara Dadgeha Tehkîmê ya
Parîsê û hinartina nefta Kurdistanê bo derve rawestand. Rawestandina neftê
wek kartek hat bikaranîn da ku kabîneya nehem neçar bikin ku tawîzan ji
mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bide.
- Di dema ku temenê xula pêncem a Parlamentoya Kurdistanê ber bi dawiyê ve
diçû, parlamentoyê temenê xwe bo salekê dirêj kir, lê di 30ê Adara 2023an de
Dadgeha Federal ev dirêjkirin bi nadestûrî daxuyand û dawî bi xula pêncem a
parlamentoyê anî.
- Piştî 7ê Cotmeha 2023an û şerê Hemas û Îsraîlê, rageşiyên herêmî zêde bûn û
Herêma Kurdistanê careke din ket ber pêlên êrîşên mûşekî û hewlên yasayî bo
lawazkirina qewareya wê ya siyasî.
- Di Çileya 2024an de êrîşeke dijwar bi mûşekên balîstîk hatە kirin ser mala
welatiyên sivîl li Hewlêrê, ku di encamê de derpêçeka 9 mehî bi navê "Jîna"
şehîd bû.
- Di Sibata 2024an de Dadgeha Federal kursiyên parlamentoyê ji 111 kursiyan
kêm kirin bo 100 kursiyan û kursiyên kotaya pêkhateyan betal kirin. Partiya
Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî vê yekê rawestiya û hişyarî da ku heger
mafê pêkhateyan neyê parastin ew beşdarî hilbijartinan nabe. Ev helwest bû
sedem ku 5 kursiyên kotayê bo pêkhateyan bêne vegerandin.
- Di hilbijartinên 20ê Cotmeha 2024an de, tevî ku di bin çavdêriya komîsyona
Iraqê de bû, PDK nêzîkî nîvê dengên Kurdistanê bi dest xistin û 39 kursî di
parlamentoyê de mîsoger kirin.
Mesrûr Barzanî: Derbaskirina qeyranan û bikaranîna derfetan
Xala herî geş a serokatiya Mesrûr Barzanî di kabîneya nehem de ew e ku li ser
asta navdewletî wek dewletmetarekî xwiragir (resilient) hat naskirin. Di
Sibata 2024an de di lûtkeya cîhanî ya hikûmetan de li Dubaiyê, modela wî ya
"têperandina qeyranan" hat nirxandin. Herwiha di Adara 2024an de li Waşîngtonê,
wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken şêwazê hikûmranîya Mesrûr Barzanî bi
"resilience" (xwiragirî) pênase kir. Ev tê wê wateyê ku tevî hemû asteng û
êrîşên ku rûbirûyê kabîneya nehem bûn, hikûmetê ne tenê qeyran derbas kirin, lê
belê jêrxana Herêmê jî bi hêztir ava kir.
Di vê raportê de, me hewl daye bi zimanê amaran, karên girîng ên avakirinê û
jêrxanê nîşan bidin, tevî amažekirin bi wan êrîşên neheq ên ku piştî 28ê
Sibata 2026an hatine kirin ser Herêma Kurdistanê.
