Serokê Herêma Kurdistanê êrîşa terorîstî ya li Şamê şermezar kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa terorîstî ya ku li Şamê rû da û xelkê sivîl kir armanc bi tundî şermezar kir û hevxemiya xwe ji bo gel û hikûmeta Sûriyeyê nîşan da.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Înî, 3ê Tîrmeha 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "X"ê peyamek belav kir, û tê de ew karê terorîstî yê ku duhî xelkê sivîl û bêguneh li Şama paytexta Sûriyeyê kir armanc bi tundî şermezar kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de hevxemî û sersaxiyên xwe yên ji dil arasteyî malbat û kesûkarên qurbaniyan kirin û hêviya başbûna bilez jî ji bo birîndarên wê êrîşê xwest.
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser hevxemiya temam a Herêma Kurdistanê ligel hikûmet û gelê Sûriyeyê jî kir û piştgiriya xwe bo her pêngav û bizavekê nîşan da, ku ewlehî û tenahiya Sûriyeyê bihêz bike û selametiya welatiyên wê biparêze.
K24
