Li 4 navendan hevdîtinên mafê hemwelatîbûnê tên kirin
Hevdîtina bi kes û malbatên Kurd ên ku ji bo wergirtina mafê hemwelatîbûnê xwe tomar kiribûn îro dest pê kir. Hevdîtin li 4 navendan: Hesekê, Çilaxa û 2 li Qamişloyê tên kirin. Yek ji navendên li Qamişloyê hatine vekirin ji bo pêşwazîkirina serlêderên ji bajar û gundewarên Dêrikê hatiye veqetandin. Hevdîtin li gorî dîrok û saetên berê hatibûn amadekirin, tên kirin.
Qonaxa yekemîn a hevdîtinê ji nêzî 2 hezar û 892 malbatan û 10 hezar daxwaznameyên ferdî yên ku berê xwe li navendên Qamişlo, Hesekê, Çilaxa û Dêrikê tomar kiribûn, pêk tê.
Berpirsên navenda hevdîtinê ya Çilaxayê diyar kir ku ev xebat di 3 qonaxên sereke re derbas dibin û ev agahî hatin parvekirin "Komîteya pêşwazîkirinê dê serlêderan pêşwazî bike, agahiyên der barê wan de bi rêya (Kod) piştrast dike ku dema tomarkirinê dabûn wan. Her wiha amadebûna wan bi awayekî elektronîkî tê tomarkirin. Piştre ji bo Komîteya Mohr û Kişandina Wêneyan tên şandin. Komîte wêneyên kesane ya li gorî pîvanên têne xwestin digire û mohrên tiliyên herdu destan tomar dike. Di qonaxa dawîn de jî komîteya hevdîtinê ku ji dozgerekî û alîkarên wê pêk tê, hevdîtinê dike. Piştî lêkolînkirina dosyayan biryara qebûlkirin û neqebûlkirinê didin. Eger biryara qebûlkirinê dabin, dane û agahiyên wan yekser di tora giştî ya kar û barên sivîl de tomar dikin."
Her wiha îşraet pê kir ku deriyê pêşwazîkirina daxwaznameyan heya mehekê li pêşiya kesên ku berê xwe tomar nekirin, vekiriye û gotin, kesên nikarîbûn berê serlêdan bikin û xwe tomar bikin dikarin serî li avahiya Parêzgeriya Hesekê bidin.
Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê 16`ê Çileya îsal Biryarnameya 13’an derxistibû. Di biryarnameyê de mafê welatîbûnê ji bo Kurdên ku biyanî hat naskirin.
5`ê Cotmeha sala 1962`yan ji bo parêzgeha Hesekê tenê rojek diyar kiribûn da ku welatiyên Kurd xwe qeyd bikin. Ji ber vê yekê gelek welatiyên Kurd nikarîbû xwe qeyd bikin û welatiyên Sûriyeyê nebûn. Li gorî belgeyan hejmara kesên ku xwe qeyd nekiribû, 500 hezarî derbas dike.
ANHA
