Hêzên Ewlekariya hikûmeta demkî 2 ciwan li Til Eran binçav kirin
Hêzên Ewlekariya Hikûmeta demkî ya Sûriyê 2 ciwan ji bajarê Til Eran yê Helebê binçavkirin.
Doh pevçûn di navbera ciwanên gundê El Sifêra yê rojhilatê bajarokê Til Hasil de derketin.
Sedema pevçûnê jî hijmarek kes ku berê bi Rêjîma Bas re bûn û niha di hêzên Ewlekariyê de ne êrişî hin ciwan kirin.
Di encamê de pevçûn di navbera wan de derket.
Piştî wê hêzên Ewlekariya Helebê destwerdan kir û 2 ciwanên bi navê Umer Silêman û Merwan Silêman ji xelkên Til Eran girtin.
Her wekî 3 kesên din ji ber hêzên Ewlekariyê xwe dane aliyekî.
Heta niha jî 2 ciwan li navenda hêzên Ewlekariyê ya Helebê di bin lêpirsînê de ne.
Ronahi tv
