• Tuesday, 23 June 2026
logo

Li Hemayê 8 hezar û 80 kes bi nexweşiya leşmaniyayê ketine

Li Hemayê 8 hezar û 80 kes bi nexweşiya leşmaniyayê ketine

Li bajarê Hemayê û gundewarên wê bi hezaran kes bi nexweşiya leşmaniyayê ketine.
Zêdetirî xwe li başûrê bajarê Hemayê û li gundên dikevin bakur û rojhilatê Hemayê belav bûye.
Li gorî şênî û çavkaniyên herêmî li van herêmên ku nexweşiya leşmanya derketiye pirsgirêkên jîngeh û tenduristiyê hene,

Çavkaniyên av jê tê qirêjin, ava kanalîzasyonan a li ser vekirî belav dibe û mezreyên masiyan ên ne qanûnî jî hene.

Rêveberiya Tenduristiyê ya Hemayê 4 mehên destpêka salê qeydkiribû ku 8 hezar û 80 kes nexweşiya leşmaniya bi wan re çêbûye.

Li gorî 2025’an hejmar zêde bûye, bi taybet piştî şêniyên gundên bakur, rojhilat û bakurê rojavayê parêzgeha Hemayê vegerin gundên xwe ev nexweşiya leşmaniyayê zêdetir belav bû.

Şêniyên gelek gundan diyar kirin ku hejmar zêdetir bûye û metirsî hene ku demsala havînê hîn zêdetir belav bibe.

Aliyên tenduristiyê anîn ziman ku komên tenduristiyê yên gerok diçin herêmên ku herî zêde leşmanya lê belav bûye û rewşên giran radikin navenda dermankirina leşmanya ya li Hemayê.

Şêniyên herêmê gotin destwerdana aliyên tenduristiyê sînordare û divê sedemê bingehîn ê nexweşiyê werin çareserkirin.

Pisporên kar û barên tenduristiyê gotin nexweşiya leşmanyayê bi derman û reşandina dermanan çareser nabe, divê pirsgirêkên jîngehê, paqijiyê û kanalîzasyonê çareser bibin.

 

Runahi tv

Top