• Saturday, 20 June 2026
logo

Bi amadebûna Mesrûr Barzanî ahenga derçûnê ya xwendekarên Şuweyfatê tê lidarxistin

Bi amadebûna Mesrûr Barzanî ahenga derçûnê ya xwendekarên Şuweyfatê tê lidarxistin

Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (Pêncşem, 18ê Hezîrana 2026ê) ahenga 11ê ya bidawîhatina xwendina sala 2025-2026ê ya qonaxa 12ê ya amadehiyê ya Dibistana Navdewletî ya Şuweyfatê bi rê ve diçe.

Dibistana Navdewletî ya Şuweyfat a Nehikûmî di sala 2006ê de li Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin û sîstema wê ya perwerdehiyê ji baxçeyê zarokan heta qonaxa 12ê ya amadehiyê vedigire.

Ev dibistana pêşkeftî, di sala xwendinê ya 2012-2013ê de di rênimayiyeka fermî de, gera yekê ya derçûna xwendekarên qonaxa 12ê ya amadehiyê ragihandibû û ji wê demê ve her sal bi sedan xwendekarên jêhatî li ser astê navdewletî amade dike.

Top