• Wednesday, 17 June 2026
logo

Şeva Messi: 3 gol û 5 rekorên nû di dîroka Kupa Cîhanê de

Şeva Messi: 3 gol û 5 rekorên nû di dîroka Kupa Cîhanê de

Stêrkê cîhanî Lionel Messi, di Kupa Cîhanê ya 2026an de li dijî Cezayirê şiyaneke bêhempa nîşan da û bi sê golên xwe (hat-trick) serkeftin ji Argantînê re anî.

Di çarçoveya lîstikên Kupa Cîhanê ya 2026an de, hilbijardeya Argantînê bi encama (3 – 0) hilbijardeya Cezayir têk bir. Her sê golên maçê ji aliyê kaptanê tîmê Lionel Messi ve hatin avêtin. Messi bi van golan ne tenê serkeftin anî, lê di heman demê de gelek rekorên dîrokî jî şikandin.

Messi bi van her sê golan, hejmara golên xwe yên di dîroka Kupa Cîhanê de gihand 16an. Bi vê encamê, Messi gihîşt rekora golkerê Almanî Miroslav Klose û niha bi hev re xwediyê sernavê "Golkerê herî mezin ê dîroka Kupa Cîhanê" ne.

Messi tam 20 sal berê, di sala 2006an de li Almanyayê yekemîn gola xwe ya Kupa Cîhanê li dijî Sirbistan û Montenegroyê tomar kiribû.

Li gorî amarên ji sala 1966an ve, Messi bi 5 golên ku ji derveyî qada cezayê tomar kirine, ligel lîstikvanê Brezîlyayî Rivellino bûye yekemîn. Her wiha Messi piştî Cristiano Ronaldo bûye duyemîn lîstikvanê di dîrokê de ku di 5 çapên cuda yên Kupa Cîhanê de gol tomar kirine.

Ev "hat-trick"a Messi bû 12emîn sê-goliya lîstikvanên Amerîkaya Başûr di dîroka Kupayê de. Balkêş e ku çar "hat-trick"ên dawî yên lîstikvanên vê parzemînê hemû ji aliyê Argantîniyan ve hatine tomarkirin: Lionel Messi (2026), Gonzalo Higuain (2010) û Gabriel Batistuta (1994 û 1998).

Messi di 38 salî û 357 rojî de, bû lîstikvanê herî temenmezin ku di maçeke Kupa Cîhanê de zêdetirî golekê tomar dike. Bi vê yekê, wî rekora Roger Milla (ku di 38 salî û 34 rojî de tomar kiribû) şikand.

K24

Top