• Tuesday, 16 June 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

Mesrûr Barzanî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack gihîşt bajarê Hewlêrê û niha li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînê de ye.

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack, îro 16ê Hezîrana 2026an gihîşt bajarê Hewlêrê.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, niha Tom Barrack bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re di civînê de ye. Di hevdîtinê de gelek mijarên girîng ên di warê ewlehî û siyasî de tên gotûbêjkirin.

Li gorî bernameya serdanê, tê çaverêkirin ku Tom Barrack piştî vê civînê, bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtinan pêk bîne.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê, duh Duşemê 15ê Hezîranê li Bexdayê bû û bi Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî re civiyabû.

Ev yekemîn serdana Tom Barrack bo Hewlêr û Bexdayê ye ji dema ku wek Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Iraq û Sûriyeyê hatiye erkdarkirin.

 

K24

Top