• Sunday, 14 June 2026
logo

Gelo îro peymana di navbera Amerîka û Îranê de tê îmzekirin?

Gelo îro peymana di navbera Amerîka û Îranê de tê îmzekirin?

 Pêleke nû ya rageşî û daxuyaniyên dijber di navbera Waşîngton û Tehranê de derketiye holê, di demekê de ku bendewariyên navdewletî ji bo îmzekirina peymaneke stratejîk gihîştine lûtkeyê. Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez dike ku divê îro Yekşemê, hevdem ligel roja rojbûna wî, peyman bê îmzekirin, lê aliyê Îranî bi tundî vê demê red dike û ragihandiye ku ew amade nîn in di roja rojbûna Trump de vê destkeftiya siyasî pêşkêşî Qesra Spî bikin.


Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku biryar e îro Yekşemê peymana çaverêkirî ligel Îranê bê îmzekirin û tekez kir ku yekser piştî îmzekirina peymanê, Tengava Hurmuzê bi rûyê çûnûhatina keştiyan de tê vekirin.

Trump di daxuyaniyekê de li ser platforma xwe ya taybet (Truth Social), peymana ligel Îranê wekî dîwarekî wesif kir ku rê li Tehranê digire ji bo bidestxistina her cure çekekî navokî (atomî). Her wiha amaje bi wê kir ku Îran êdî naxwaze bibe xwedî çekên navokî û êdî bi ti awayekî, ne bi kirîn û ne jî bi pêşxistin, destê wê nagihîje wan çekan.

Derbarê rewşa ewlekarî ya navçeyê de, Serokê Amerîkayê diyar kir ku azadkirina Tengava Hurmuzê yek ji encamên herî girîng ên vê peymanê ye û dê bibe sedema piştrastiyê ji bo çûnûhatina navdewletî. Trump behsa wê yekê jî kir ku Amerîka li benda aramkirina rewşê ye da ku li pey bermayî û tozên atomî bigere. Wî hêvî xwest ku ev prose bi lez, hêsan û bê pirsgirêk bi rêve biçe, lê hişyarî jî da ku heke ev yek rû nede, Waşîngton bijardeya herî baş li ber dest e û bi rêya balafirên stratejîk ên B-2 bermayiyên atomî yên Îranê ji nav dibin.

Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku di nav çend mehên borî de danûstandineke dijwar di navbera Amerîka û Îranê de bi navbeynkariya navdewletî hatiye kirin, ku armanca sereke kontrolkirina rageşiyên ewlekarî û parastina azadiya çûnûhatinê li Tengava Hurmuzê bûye, wek yek ji girîngtirîn rêyên stratejîk ên veguhastina enerjiyê li cîhanê. Îdara Trump berê jî çendîn caran tekez kiribû ku her peymanek ligel Tehranê divê garantiyên tund û zelal tê de bin ku rê li pêşxistina bernameya navokî bigire, her wiha dosyeya ewlekarî ya rêyên deryayî jî yek ji xalên sereke yên guftugoyan bûye.

Lê belê, di beramber de, Komara Îslamî ya Îranê ragihandiye ku îmzekirina her peymanekê ligel Waşîngtonê di salvegera 80-salî ya rojbûna Donald Trump de red dike, bi hinceta ku naxwaze ev mijar ji bo nîşandan û bangeşeya siyasî bê bikaranîn.

Di vê derbarê de, medyayên Îranê belav kirin ku Tehran amade nîn e îro Yekşemê ti peymanekê ligel Waşîngtonê îmze bike, ji ber ku naxwaze ev bûyer ji bo bangeşeya medyayî û destkeftiya kesî ya Trump bê bikaranîn. Di heman demê de, tîma danûstandinkar a Îranê jî tekez kiriye ku peyman hîn bi temamî negihîştiye qonaxa dawî û amadekirina deqa wê bi dawî nebûye, lewma îmzekirina wê di vê demê de ne gengaz e.

Li ser heman mijarê, Îsmaîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku ew memoranduma lihevkirinê ya ku li Îslamabadê kar li ser tê kirin, tenê tekeziyê li ser bidawîkirina şer dike û di vê qonaxê de biryar hatiye dayîn ku ti behsek li ser mijara atomî neyê kirin. Beqayî derbarê dema îmzekirina peymanê de got: "Pêwîst e em li bendê bin; her çend îro nayê îmzekirin, lê îhtimal heye di rojên bê de ew gav bê avêtin." Her wiha hişyarî da ku ji ber negeraustiya (nearamiya) helwestên aliyê beramber, divê di her daxuyanî û şîroveyekê de derbarê vê proseyê de hişyariyeke mezin bê nîşandan.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên medyayî, naveroka peymana çaverêkirî di bingeh de vekirina Tengava Hurmuzê û rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê li ser benderên Îranê li xwe digire. Biryar e di qonaxên bê de guftugo derbarê bernameya navokî ya Îranê de bên kirin. Tevî van hemûyan jî, heta niha bi temamî ne zelal e ka dê di dawiyê de proseya îmzekirinê bi şêweyê amadebûna rasterast a şandan be, an bi şêwazê serhêl (online) pêk bê.

 

Basnews

Top