• Thursday, 11 June 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Mijara mûçeyan bi mûçeyê hemû xelkê Iraqê ve hatiye girêdan û em hêvîdar in tevlî mijarên siyasî neyê kirin

Mesrûr Barzanî: Mijara mûçeyan bi mûçeyê hemû xelkê Iraqê ve hatiye girêdan û em hêvîdar in tevlî mijarên siyasî neyê kirin

 çarşemê 10.06.2026an, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: "Em bi hêvî li wê têkiliya ligel hikûmeta niha dinêrin, bi taybetî Serokwezîr birêz Zeydî. Em hêvîdar in ew têkilî bi vî asta baş a ku heye berdewam bibe û em hîn baştir bikin."

Serokê Hikûmetê de derbarê mûçeyan de jî got: "Mijara mûçeyan bi mûçeyê hemû xelkê Iraqê ve hatiye girêdan. Em hêvîdar in neyê cudakirin û bi ti awayî tevlî mijarên siyasî neyê kirin."

Herwiha Serokê Hikûmetê derbarê aktîvkirina parlamento û pêkanîna hikûmetê de jî diyar kir: "Ez amajê bi biryara cenabê Serok Barzanî dikim ku cenabê wî fermûd û daxwaz ji hemû aliyan kir ku li hev bicivin daku ew xitimandina siyasî ya niha li Herêma Kurdistanê heye nemîne û ber bi çareseriyeke guncav ve biçin. Bi taybetî daxwaza xelkê Kurdistanê ew e ku rewşeke aram pêk bê."

Tekez jî kir: "Em ligel wê ne ku hem parlamento were aktîvkirin û hem hikûmet were pêkanîn. Êdî li ser aliyên siyasî yên din dimîne ku ka heta çend amade ne rêz li îradeya xelkê Kurdistanê bigirin daku hem parlamenê aktîv bikin û hem hikûmetê pêk bînin. Lê îro ev mijar di civîna Encûmena Wezîran de nehate gotûbêjkirin."

 

 

 

Basnews

Top