Şandeke pilîsê Ewropayê serdana Qela Hewlêrê kirin
Rêveberiya Polîsê Hewlêrê û Şêwirmendên Desteya Şêwirmendên Yekitiya Ewropa (EUAM) serdana Qela Hewlêrê kirin.
Îro 09.06.2026, Polîsê Hewlêrê belav kiriye û ragehadiye: "Bi armanca nasîna bi dîrok û çanda paytextê, rêveberê polîsê parêzgeha Hewlêrê, di serdaneke meydanî de ji bo Qela dîrokî ya Hewlêrê û çend cihên geştiyariyê û çandî yên bajêr, hevalbendiya şandeke polîsê Ewropayê kir.”
Herwaha amaje bi wê ji hatiye dayîn: "Di vê serdanê de, şanda mêvan ecêbmayîn û heyran mayîna xwe bi kevnariya Qela Hewlêrê û aramiya di ware ewlehî û pêşketina di ware geştiyariya li parêzgehê de anî ziman, di hemandemê de rola hêzên polîs bilind nirxand, di dabînkirina avhewayeke aram û parastî ji bo hemwelatî û geştiyaran de.”
Basnews
